Baroya Amedê derbarê vekirina ala Kurdistana Federe û binçavkirinên derbarê wê ya li maça Amedspor-Bûrsasporê de, daxuyanîya nivîskî da.
Baroya Amedê derbarê vekirina ala Kurdistana Federe û binçavkirinên derbarê wê ya li maça Amedspor-Bûrsasporê de, daxuyanîya nivîskî da.
Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku ala ku hatîye vekirin ala fermî ya Kurdistana Federe ye ku ji alîyê Qanûna bingehîn a Iraqê ve hatîye pejirandin û wiha domand: “Destpêkirina kampanyaya lînc, binçavkirin û lêpirsina li dijî alayeke fermî nayê pejirandin. Em wek Baroya Amedê vê pêvajoya bêhiqûqî bişopînin û em bang li rayedaran dikin ku bila yên bi hinceta vekirina alayê hatine binçavkirin demildest bên berdan.”