Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ragihand ku hezar û 808 zarokên bêkes ên di erdheja 6'ê Sibatê de ji bin kavilên avahîyan hatin derxistin teslîmê malbatên wan hatin kirin.
Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ragihand ku hezar û 808 zarokên bêkes ên di erdheja 6'ê Sibatê de ji bin kavilên avahîyan hatin derxistin teslîmê malbatên wan hatin kirin.
Di daxuyanîya ku li ser hesabê Twîtterê yê Wezaretê hat dayîn de hat dîyarkirin ku hezar û 914 zarokên bêkes ên piştê erdhejên navenda wê Mereş, ji bin kavilan hatin derxistin û piştê kontrola nasnameyan, hezar û 808 zarok teslîmê malbatên wan hatin kirin. Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku 71 zarok di bin çavdêrîya sazîyê de ne, 16 ji wan hêj nehatine tespîtkirin û hat destnîşankirin ku pêvajoya dermankirina 26 zarokan li nexweşxaneyan ji nêz ve tê şopandin. Hat ragihandin ku 9 zarokên di qeydên wezaretê de dema ku tedawîya wan li nexweşxaneyê bû jîyana xwe ji dest dane û di encama lêkolînên li ser raporên ku ji Modula Zarokan a Rêveberîya Afatê ya Pergala Agahdarîya Malbatê re hatin kirin de derket holê ku 514 zarok mirine.