Li Amedê barana ku di mehên dawî de bi bandor bû, ava Bendava avdanîyê zêde kir.
Li Amedê barana ku di mehên dawî de bi bandor bû, ava Bendava avdanîyê zêde kir.
Bendava avdanîyê ya ku 5 kîlometre dûrî navçeya Erxeniyê ye, rûyê cotkaran kêfxweş kir. Hat diyarkirin ku ji ber barana dawîn, ava bendavê ji sedî 50 bilind bûye. Li aliyê din rêya Dêrsim-Ovacik-Yeşîlyazîyê ji ber barana zêde ya li Dersimê, di çemê Mûnzûrê de lehî rabû, bi sedem vê rewşê heta daxuyaniyeke duyemîn, rê ji çûnûhatina wesayîtan re hat girtin.