NÛÇEYÊN KURDÎ

ZINAR BI SER SIWAREYÊ DE KET 4 MAMOSTE JÎYANA XWE JI DEST DA

Li Edeneyê di encama zinarê ku bi ser siwareyê de hat xwarê, 4 mamosteyan jîyana xwe ji dest dan.

ZINAR BI SER SIWAREYÊ DE KET 4 MAMOSTE JÎYANA XWE JI DEST DA

Li Edeneyê di encama zinarê ku bi ser siwareyê de hat xwarê, 4 mamosteyan jîyana xwe ji dest dan.

Li ser rêya Fekeyê ji ber hezaza di erdê de pêk hat, zinar gindirî û bi ser siwareya mamosteyên bi navê Pinar Kiliç, Dîlek Altiparmak, Umuhan Dilbilir û Rahîme Topak têdebûn hat xwarê. 4 mamosteyên li Dibistana Seretayî û Navîn a Hîmmetlî ya Edeneyê dixebitîn, di wesayita xwe de di bin zinar de man û jîyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku mamoste piştê dersên xwe yên li dibistanê, vedigerîyan mala xwe ya li navçeya Feke yê. Ji alîyê din ve Midûrîyeta Giştî ya Rêbejayan ragihand ku li ser rêya Tûfanbeylî-Saîmbeylî û Fekeyê, di kîlometreya 71,6an de hezaz çêbûye û ji bo ewlehîyê rê ji trafîkê re hat girtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.