NÛÇEYÊN KURDÎ

“ZAROK WEK AMÛRA DEBARÊ TÊN BIKARANÎN”

Komeleya Xweşkirin û Parastina Kuçeya Hunerê û esnafên wê bal kişandin ser zêdebûna zarokên parsekîyê li kolanan dikin û bang li rayedaran kirin ku bikevin nava tevgerê.

“ZAROK WEK AMÛRA DEBARÊ TÊN BIKARANÎN”



Komeleya Xweşkirin û Parastina Kuçeya Hunerê û esnafên wê bal kişandin ser zêdebûna zarokên parsekîyê li kolanan dikin û bang li rayedaran kirin ku bikevin nava tevgerê.

 

Esnafên Kuçeya Hunerê îdia kirin ku zarokan bi darê zorê dişînin ji bo parsekîyê û destnîşan kirin ku ji bo pêşîgirtina li vê rewşê divê bi lezgîn gav bên avêtin. Serokê Komeleyê Ûmît Umdu dîyar kir ku ew ne neyarê zarokan e û wiha got: “Di vê wateyê de; Em pêşnîyar dikin ku Midûrîyeta Xizmetên Civakî ya Bajar, Walî, Midûrîyeta Polêsan û Şaredarî bi awayekî cidî erkên xwe bi cîh bînin.

 

Em difikirin ku ji bo pêşeroja wan bi saya rayedaran wê zarokên me ji kolanan bên derxistin, ji ber ku wek amûra debarê tên bikaranîn û li Amedê dawî li parsekîyê bê."

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.