NÛÇEYÊN KURDÎ

ZAROKÊ 13 SALÎ JI BER ‘HEQARETA LI SEROKKOMAR’ TÊ DARIZANDIN

Xwendekarê dibistana navîn ê 13 salî bi îdiaya "Heqaret li Serokkomar kirîye" li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya Gazîosmanpaşayê derxistin pêşberê dadger.

Di îdianameya ku ji alîyê Serdozger Bîlal Korkmaz ve hatîye amadekirin de, nivîsên WhatsAppê yê zarokê di sala 2009'an de ji dayik bûye ku li CÎMERê hatîye gilî kirin weke delîl hatîye nîşandan. Dozger xwest ku zarokê biçûk ji ber heqareta li serokomar bê cezakirin.

Dadgehê daxwaza tevlêbûnê ya Baroya Stenbolê red kir. Dadgehê dema danişîn taloq kir jî derbarê zarokê de biryara "Amadekirina rapora lêpirsîna civakî" da.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.