NÛÇEYÊN KURDÎ

ZÊDEBÛNA DIRAVÊ 1,4 TRÎLYON TL BAR LI TIRKÎYEYÊ BAR KIR

Hat dîyarkirin ku her ku daketina nirxê lîreyê Tirk û zêdebûna nirxan dewam dike, bi milyaran lîreyan barekî zêde li ser deynên derve yên Tirkîyeyê çêdibe.

Dolar di demjimêrên serê sibê de bi asta 23 lîre û 56 quruşan û Ewro jî bi  25 lîre û 73 quruşan rekor din ya dîrokî şikandin.

Dolar berîya hilbijartinên 14'ê Gulanê 19 lîre û 57 quruş bû, berîya tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomarîyê yên 28'ê Gulanê jî herî dawî 19 lîre û 97 quruş bû.

Di 8 rojên xebatê de rêjeya dolar bi qasî 4 lîre zêde bû. Nivîskarê Malpera Nûçeyan a Dunyayê Nakî Bakir, di nivîsa xwe ya îro de bihabûn û zem ên vê talîyê nirxand.

Bakir, dîyar kir ku ev zêdebûn trîlyonek û 409,1 milyar lîre barê deynê derve yê Tirkîyeyê zêde dike. Di 8 rojên xebatê de zêdebûna diravê 734,8 milyar lîre ji bo sektora taybet, 573,6 milyar lîre jî, ji bo cemawerîyê û 100,7 milyar lîre jî, ji bo Bankeya Navendî barek zêde li ser ferqa diravê heye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.