NÛÇEYÊN KURDÎ

YSP’Ê DAXWAZA MAF YA KARKERÊN DEDAŞÊ LI MECLÎSÊ ANÎ ROJEVÊ

Greva xebatkarên DEDAŞê ku bi daxwaza mafê xwe li Amedê û gelek bajaran dabûn dest pê kirin û avetina ji kar ya 300 karkeran li Meclîsê bû rojev.

YSP’Ê DAXWAZA MAF YA KARKERÊN DEDAŞÊ LI MECLÎSÊ ANÎ ROJEVÊ

Greva xebatkarên DEDAŞê ku bi daxwaza mafê xwe li Amedê û gelek bajaran dabûn dest pê kirin û avetina ji kar ya 300 karkeran li Meclîsê bû rojev.

Di pirsa meclîsê ya ku ji alîyê Parlamenterê Partîya Çepên Kesk yê Amedê Serhat Eren ve hat pêşkêşkirin de, bi daxwaza Wezîrê Xebat û Ewlehîya Civakî Vedat Işikhan ku bi nivîskî bersivê bide, hat destnîşankirin ku DEDAŞ şîrketeke taybet e, lê belê xizmeta enerjîyê ya ku dide xizmeta giştî ye.

Di pêşnûmeyê de hat gotin, “We wek wezaret heta niha we çi gav avêtîye û li dijî ji kar derxistina derqanûnî ya karkerên ku bi qanûna 49’an ji ber mafên xwe yên destûrî di grevê de bûn, hûn ê kengê daxuyanîyê bidin?

Ma hûn ê li dijî rêveberên şrîketê yên ku karkeran mehkûmê belengazîyê dikin, mafê wan ê rêxistinbûnê binpê dikin û bi mobîng, zext û gefan şert û mercên xebatê yên nebaş li ser karkeran ferz dikin, hûn ê tu gavekê bavêjin an na?

Çima mafên sendîkayî yên xebatkarên DEDAŞ'ê nayê dayîn? Çima karkerên DEDAŞ'ê ji mafê qîmetê tên derxistin û her roj bi mirinê re rû bi rû ne?"

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.