NÛÇEYÊN KURDÎ

YEKEMÎN MÎHRÎCANA ŞERBET Û GÎYAYÊN AMEDÊ

Şaredarîya Bajarê Amedê, bi armanca danasîna şerbet û xwarinên bi gîyayên herêmî tên çêkirin, yekemîn Mîhrîcana şerbet û gîyayên Amedê tertîp kir.

YEKEMÎN MÎHRÎCANA ŞERBET Û GÎYAYÊN AMEDÊ

Şaredarîya Bajarê Amedê, bi armanca danasîna şerbet û xwarinên bi gîyayên herêmî tên çêkirin, yekemîn Mîhrîcana şerbet û gîyayên Amedê tertîp kir.

Di mîhrîcana ku îsal cara ewil hat lidarxistin de nebatên qûntara Qerejdaxê û Baxçeyên Hevselê hatin berhevkirin û veguherîn xwarinên xweş.

Serokê Daîreya Esnafan a Şaredarîya Bajêr Ahmet Saldûş, derbarê mihrîcana ku li ser pira dîrokî ya Deh Derî hat lidarxistin de daxuyanî da. Saldûş dîyar kir ku wan ji qûntara Qerejdaxê û Baxçeyên Hevselê 150 cureyên gîyayê berhev kirine û 38 cureyên xwarinê ji wan çêkirine.

Saldûş wiha got, “Gelê me eleqeyeke mezin nîşanê mîhrîcanê dan.

Mîhrîcana xwarinên gîyayan yekem car tê lidarxistin. Di nav beşdaran de yên ku cara ewil gîyayên Amedê dixwin hene û pir kêfxweşin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.