NÛÇEYÊN KURDÎ

XIZMÊN WINDAYAN VÊ HEFTÊ AQÛBETA HUSEYÎN ERTAŞÊ PIRSÎ

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, di hefteya 699'an ya çalakîya bi daxwaza "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li Parka Koşuyoluyê, li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê daxuyanî dan.

XIZMÊN WINDAYAN VÊ HEFTÊ AQÛBETA HUSEYÎN ERTAŞÊ PIRSÎ

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, di hefteya 699'an ya çalakîya bi daxwaza "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li Parka Koşuyoluyê, li ber Bîrdariya Mafê Jîyanê daxuyanî dan.

ÎHD'yê û xizmên windayan, vê hefteyê kujerên Huseyîn Ertaş ê li Qoserê hat binçavkirin û cenazeyê wî li Ceylanpinarê hat dîtin, pirsîn. Endamê Komîsyona Xizmên Şaxa ÎHD'yê ya Amedê Firat Akdenîz, çîroka Ertaş xwend. Akdenîz, dîyarkir ku Huseyîn Ertaş ê ku zewicandî bû û 9 zarokên wî hebû, li gundê xwe çandinî û ajaldarî dikir. Ertaş, di serdegirtina leşkeran de her tim rastê tundî û gefan dihat. Akdenîz wiha berdewam kir; “Ji Ertaş re di 8'ê Tîrmeha 1995'an de, hatîye gotin ku divê biçe midûrîyeta polîsan. Cenazeyê wî di 13'ê Tîrmehê de, li Ceylanpinarê hatîye şewitandin hat dîtin. Malbat, ji ber şert û mercên serdemê gaveke hiqûqî neavêtîye. Di sala 2006'an de, kurê wî Muhîttîn Ertaş ji bo ku li ser vê mijarê dozê veke, serî li dozgerîyê da. Lê di dosyeya Huseyîn Ertaş de heta îro, tu pêşketin nehatine dîtin.”

Rêvebera ÎHD'ê Ezgî Sîla Demîr, di daxuyanîyê de êrîşên li ser çalakîya di hefteya 900'emîn ya Dayikên Şemîyê, li Qada Galatasarayê ku xwestin pêk bînin, şermezar kir û banga tevlîbûna çalakîya li Parka Koşuyolu ya ku wê cara 700'emîn bê lidarxistin kir.

Daxuyanî, piştê çalakîya rûniştinê bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.