NÛÇEYÊN KURDÎ

XIZMÊN WINDAYAN KIRYARÊN AVŞARÊ KU 28 SAL BERÊ HAT KUŞTIN PIRSÎN

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan, bi daxwaza "Bila winda bên ditin, kiryar bên darizandin" li ber Birdarîya Mafê Jiyanê ya li Parka Kosuyolu, cara 692'emîn hatin cem hev.

Endamên Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, parêzvanên mafan û xizmên windayan beşdarî çalakîyê bûn. Di çalakîyê de wêneyên windayan hatin nîşandan. Xizmên windayan, vê hefteyê xwestin ku kujerên Mehmet Şerîf Avşar ê di 10'ê Gulana 1994'an de li Amedê hat kuştin bên cezakirin. Sadîye Avşar, qala çîroka birayê xwe yê mezin Mehmet Şerîf Avşar ê ku di encama kuştineke kiryar nedîyar de jiyana xwe ji dest da kir.  Avşar, anî ziman ku birayê wî piştê ji cihê kar hatiye binçavkirin, hatiye kuştin. Avşar wiha got; “Di qetilkirina birayê min de hin kiryar hatin dîtin û doz hatin vekirin. Lê di encamê de cezayê ku heq kiribûn, negirtin. Em dixwazin hemû kesên ku di qetilkirina birayê min de cih girtine, bi awayekî adil bên darizandin û cezakirin.” Ji bo mexdûrên kuştinên kiryar nediyar û kesên di binçavkirinan de hatin windakirin, deqeyek çalakîya rûniştinê hat lidarxistin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.