NÛÇEYÊN KURDÎ

XIZMÊN WINDAYAN Û ÎHD DI HEFTEYA 756EMÎN DE LI AQÛBETA ABDULHAKÎM KARTAL PIRSÎN

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 756’an a çalakîya “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” de li aqûbeta Abdulhakîm Kartal ê ku ji 16’ê Tebaxa 1991ê û heta niha tu agahî jê nayên wergirtin pirsîn.

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdûllah Zeytûn axivî û bal kişand ser polîtîkaya necezakirinê û wiha got, “Pêla tundîyê ya ku pergala necezakirinê afirandîye her roj zêdetir dibe. Divê ev polîtîka bi dawî bibe. Em vê pêvajoya ku hiqûq tê binpêkirin qebûl nakin.”

Piştê axaftinan, endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê Firat Akdenîz, serpêhatîya Abdulhakîm Kartal xwend ku ji 16’ê Tebaxa 1991’ê heta niha tu agahî jê nayên wergirtin.

Daxuyanî, bi çalakîya rûniştinê bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.