NÛÇEYÊN KURDÎ

XIZMÊN GIRTÎYAN: BILA BERDANA ZAROKÊN ME NEYÊ BETALKIRIN

Xizmên girtîyan ku di roja 227'an a Nobeda Edaletê de, li ber Edlîyeya Amedê hatin cem hev û bi gotina "Berçavkên xwe yên zilmê rakin" xwestin ku daxwazên wan bên qebûlkirin.

XIZMÊN GIRTÎYAN: BILA BERDANA ZAROKÊN ME NEYÊ BETALKIRIN

Xizmên girtîyan ku di roja 227'an a Nobeda Edaletê de, li ber Edlîyeya Amedê hatin cem hev û bi gotina "Berçavkên xwe yên zilmê rakin" xwestin ku daxwazên wan bên qebûlkirin.

Malbatên ku ji bo girtîyên nexweş û kesên berdana wan hatîye betalkirin, 227 roj in nobeda Edaletê digirin, îro li ber Edlîyeya Amedê hatin cem hev. Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya bi Malbatên yên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristanan Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtîyan ya Federasyona Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Alîkarî û Piştevanîya bi Malbatên Girtîyan re (TUAY-DER), Komeleya ji bo Azadîya Hiqûqnasan (OHD), Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) tevlî daxuyanîya malbatan bûn.

Xizmê girtîyê Reşahat Ada, di çalakîyê de axivî û dîyarkir ku ev 8 meh in çalakî berdewam dikin. Ada wiha berdewam kir; “Banga me ji Wezareta Edaletê û Serokomarîyê re ye; Çima hûn berçavkên zilmê li xwe dikin? Çima hûn nayên li me napirsin? Bangawazîya me ji bo partîyên siyasî jî heye, bila werin dengê me bilind bikin. Em edalet û aşitîyê dixwazin. Îro zilm û dijwarî li ser zarokên me ye. Biryara wan ya berdanê tê betalkirin. Em naxwazin tabûtên zarokên xwe bigirin.”

Ada, her wiha bal kişand ser mirina li girtîgehan û gotinên xwe wiha bi dawî kir; “Heya niha 18 tabût hatine. Bila zarokên me bên berdan. Em vê zilmê qebûl nakin. Em ê li pişt têkoşîna bi rûmet a zarokên xwe bin.”

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.