NÛÇEYÊN KURDÎ

XEBATKARÊN TENDURISTÎYÊ: EM DIXWAZIN BIJÎN Û BIDIN JÎYANDIN

Platforma Tenduristîyê ya Amedê, Dr. Ekrem Karakay di salvegera kuştina wî de bi bîr anî.

XEBATKARÊN TENDURISTÎYÊ: EM DIXWAZIN BIJÎN Û BIDIN JÎYANDIN

Platforma Tenduristîyê ya Amedê, Dr. Ekrem Karakay di salvegera kuştina wî de bi bîr anî. 

Platformê li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî daxuyanî da û Dr. Ekrem Karakaya bi bîr anî. Pêkehateyên platformê tev li daxuyanîyê bûn. Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran daxuyanî da û kuştina Dr. Ekrem Karakaya bi bîr xist û destnîşan kir ku di 20 salên dawî de kuştina xebatkarên tenduristîyê zêde bûye. Tûran anî ziman ku ji bo pêşî li tundîya li qada tenduristîyê bê girtin divê îradeyek polîtîk hebe û xebatkarên tenduristîyê dixwazin di şertên mirovî de bijîn û nexweşan bidin jîyandin.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.