NÛÇEYÊN KURDÎ

XEBATÊ NAVÊ HEDEP’Ê YÊ NÛ DI CIVÎNA MYK DE WÊ WERE NÎQAŞKIRIN

Li şûna kurtenivîsa HEDEP'ê ku ji alîyê Dadgeha Bilind ve nehat qebûlkirin, ji bo navekî nû, xebat hatin destpêkirin.

XEBATÊ NAVÊ HEDEP’Ê YÊ NÛ DI CIVÎNA MYK DE WÊ WERE NÎQAŞKIRIN

Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (HEDEP) ji bo dîyarkirina navekî nû dest bi xebatan kir.

 

Ji ber kû li şûna navê ku Dadgeha Bilind bi hinceta dişibe HADEP'ê red kir. HEDEP wê di civîna MYK'ê ya ku dawîya vê hefteyê bê lidarxistin de xebatên navê nû binirxîne.

Her çend li derdora HEDEP'ê hin kurteyên navan di rojevê de bin jî, biryara dawî wê di vê civînê de bê dayîn. HEDEP piştê dîyarkirina nav, ji bo ku ev nav di rêznameyê de cîh bigire û bibe fermî wê kongreya rêznameyê li dar bixe.

Tê gotin ku dîroka kongreya rêznameya ku bê lidarxistin wê di civîna MYKê de bê ronîkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.