NÛÇEYÊN KURDÎ

XEBATÊN HILBIJARTINÊ YÊN NAMZEDÊN DEM PARTÎYÊ HAT ASTENGKIRIN

Di navbera namzedên Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê yên DEM Partî û polêsan de nîqaş derket û hat îdîakirin ku xebatên wan ên hilbijartinê asteng kirine.

Di çarçoveya xebatên Hilbijartina Herêmî ya 31'ê Adarê de li Koşuyoluyê di navbera endamên DEM Partîyê û polêsan de nîqaş derket. Namzedê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê DEM Partîyê Dogan Hatun di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yên medyaya civakî de dîyarkir ku ew tên binçavkirin û wiha nivîsand, "Em niha weke hevşaredarên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê û şaredarîyên navçeyan, li ser pira Koşuyoluyê tên binçavkirin.

" Piştê demekê alozîyê, namzedên şaredarîyê ya DEM Partî û endamên DEM Partîyê xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.