NÛÇEYÊN KURDÎ

WEZARETÊ ÎDÎAYÊN “ZAROKÊN WINDA” DEREWAND

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî dîyar kir ku parvekirina li ser hesabê medyaya civakî ya bi sernavê "Ev rapora zarokekî winda ye" rastîyê nîşan nade û zarok di bin parastina dewletê de ne.

Di daxuyanîya ku ji alîyê Wezaretê ve hatîye dayîn de wiha hat gotin: "Eşkerekirina guherandina cîhê ku me ji bo parastina zarokên tê behskirin kirîye, ewlehîya jîyana zarokên me dixe metirsîyê.

Weke Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî em, derbarê kesên ku biryara nepenîtîyê ya ji bo ewlekarîya zarokan hatîye girtin û hesasîyetên civakê ye manîpule dikin, bi parvekirinên agahîyên şaş Wezarete me dikin hedef de em ê serlêdana sûc bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.