NÛÇEYÊN KURDÎ

WEZÎR OZER: POLÊN 12'EMÎN WÊ JI BÊDEWAMÎYÊ NEMÎNIN

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer, di derbarê Ezmûna Serketina Lîseyê (LGS) û bêdewamîya xwendekarên pola 12’emîn de daxuyanî da.

WEZÎR OZER: POLÊN 12'EMÎN WÊ JI BÊDEWAMÎYÊ NEMÎNIN

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer, di derbarê Ezmûna Serketina Lîseyê (LGS) û bêdewamîya xwendekarên pola 12’emîn de daxuyanî da. Wezîr Ozer wiha got; "Bila xwendekarên me xem nekin, em ê xwendekarên xwe yên pola 12'emîn ji bêdewamîyê nehêlin." Ozer di daxuyanîyê xwe de bersiva pirsa "Gelo pirsek ku di LGS’yê de betal bûye heye?" jî bersivand û dîyarkir ku di LGS’yê de pirsên betalkirî tune ne. Li alîyê din Wezîr Ozer di derbarê 3600 nîşaneyên zêde de jî agahî da û wiha got; “60 hezar mamosteyên me û teqrîbên 411 hezar mamosteyên teqawîtbûyî ji vî mafî sûd werdigirin. Yanî nêzî 470 hezar mamoste wê ji vî mafî sûd werbigirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.