GÜNDEM

WELATÎYÊN QOSERÊ EV 3 ROJ IN NOBEDA TIRYAKÊ DIGRIN

Welatîyên navçeya Qoserê li dijî bikaranîn û firotina tiryakê rabûn ser pîyan û ev sê roj in li kolanan nobedê digirin.

WELATÎYÊN QOSERÊ EV 3 ROJ IN NOBEDA TIRYAKÊ DIGRIN

Welatîyên navçeya Qoserê li dijî bikaranîn û firotina tiryakê rabûn ser pîyan û ev sê roj in li kolanan nobedê digirin.

Welatî dibêjin heta taxên wan ji tîryakê neyê şûştin ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Welatîyên li taxa Perêketa ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê li dijî bazirganîya tiryakê ku aşkere tê kirin, dest bi nobedê kir. Xelkê taxê ji bo bertek nîşanê vê yekê bidin her şev kom dibin û meş li dar dixin. Welatîyên taxê dîyar kirin ku kesên bazirganîya tiryakê dikin hatin tespîtkirin û wiha axivîn: “Yên ku bazirganîya tiryakê dikin bila dest ji bazirganîya tiryakê berdin an jî bila taxa me terk bikin.” Xelkê taxê şandeyek ava kir û ev şande wê bi malbatên wan kesên ku hatine tespît kirinê re hevdîtinan bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.