NÛÇEYÊN KURDÎ

WALÎTÎYA AMEDÊ DI DERBARÊ HEWLDANA SEXTEKARÎYÊ DE DAXUYANÎYA NIVÎSKÎ WEŞAND

Walîtîya Amedê di derbarê agahdarkirina li hember sextekarên ku navên walî û burokratan bikar tînin de, daxuyanîyeke nivîskî weşand.

WALÎTÎYA AMEDÊ DI DERBARÊ HEWLDANA SEXTEKARÎYÊ DE DAXUYANÎYA NIVÎSKÎ WEŞAND

Walîtîya Amedê di derbarê agahdarkirina li hember sextekarên ku navên walî û burokratan bikar tînin de, daxuyanîyeke nivîskî weşand.

Di daxuyanîya Walîtiya Amedê de wiha hat gotin; “Di van demên dawî de hinek kes an kesan xwe wek xebatkarên Walîyê Amedê Alî Îhsan Su û burokratan didin nasîn. Hat tespîtkirin ku ev kes telefonê karsaz û welatîyên me yên xêrxwaz dikin û li ser navê Walîtîya me, di bin navê bexş û kampanyayên alîkarîyê de bi hincetên cuda daxwaza pereyan dikin.

Rastî ti daxwaz û rêbazek walîtîya me û sazîyek giştî tune ku bi her armancî, bi telefon, e-mail an jî bi rêyên din ên ragihandinê, alîkarîyê ji welatîyên me werbigirin. Em daxwaz dikin ku ji sextekarên ku bikaranîna navên sazî an rêvebirê sazîyekê daxwaza alîkariyê dikin, bi ti awayî îtîbar nekin. Welatîyên ku rastê rewşeke wiha tên, bila serî li Midûrîyeta Ewlehîyê ya Parêzgehê û Fermandarîya Cendirmeyan a Parêzgehê bidin, an jî serî li Serdozgerîya Komarê bidin. Bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.