GÜNDEM

TURK-ÎŞ: SÎNORÊ BIRÇÎBÛNÊ JI MÛÇEYA HERÎ KÊM DERBAS KIR

Turk-Îşê bendava birçîbûn û xizanîyê ya meha Çile eşkere kir.

TURK-ÎŞ: SÎNORÊ BIRÇÎBÛNÊ JI MÛÇEYA HERÎ KÊM DERBAS KIR

Turk-Îşê bendava birçîbûn û xizanîyê ya meha Çile eşkere kir.

Li gor vê yekê sînorê birçîbûnê bû 8 hezar û 864 lîre, sînorê xizanîyê jî derket 28 hezar û 85 lîreyan. Li gor lêkolîna Turk-Îşê, lêçûna herî kêm a ji bo xwarinê ji bo malbateke 4 kesî li gorî meha borî ji sedî 9,02 zêde bû. Di daxuyanîya Turk-İşê de wiha hat gotin: “Mûçeya herî kêm bi piranîya dengên kardêr û hikûmetê bû 8 hezar û 506 Lîre û li gorî salane ji sedî 100 zêde bûye. Lê belê di vê pêvajoyê de sînorê birçîbûnê ji sedî 108 zêde bû û ev zêdebûn di rastîyê de windahîyên hêza kirînê ya ku di sala 2022'an de bi mehan dewam kiribû ji holê ranekir. Sala nû ya ku em tê de ne bi windahîyên nû yên hêza kirînê dest pê kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.