NÛÇEYÊN KURDÎ

TTB: LI DERDORÊN GIRTÎ WÊ MASKE ME Û HEZKIRÎYÊN ME BIPARÊZE

Yekitîya Tabîbên Tirk (TTB) derbarê bûyerên vîrusa koronayê yên di demên dawî de zêde bûne de daxuyanîyek da û got: "Maskeya li derdorên girtî wê me û hezkirîyên me biparêze."

TTB'ê, piştê ku Dr. Ersîn Mahmutlûoglû ji ber nîşaneyên Covid-19'an li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jîyana xwe ji dest da, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got, "Serokê Nexweşxaneya Dewletê ya Erzînê ya Edeneyê Dr. Ersîn Mahmutlûoglû li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin bi tespîtên klînîkî yên ku bi Covid-19an re lihevhatî bû jîyana xwe ji dest da.

Em ji xizm û hevrêyê xwe re sersaxîyê dixwazin. Ji bîr nekin; Maskeya li derdorên girtî wê me û hezkirîyên me biparêze."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.