AMED

THY Û PEGASUS SEFERÊN BO ÎRAN, URDUN, IRAQ Û LUBNANÊ BETAL KİRİN

Ji ber rageşiya navbera Îran û Îsraîlê û girtina qada hewayî ya welatên cîran seferên Rêhewayên Tirk (THY) û Rêhewayên Pegasus ên îşev û sibe yên Îran, Urdun, Iraq û Lubnanê hatin betalkirin.

Li gor zanyariyên bi dest ketine, her du kompaniyên asmanî ji ber aloziya navbera Îran û Îsraîlê û girtina qada esmanî ya welatên cîran hemû geştên xwe yên bo Îran, Urdun, Iraq û Lubnanê ku ji bo îşev û sibê hatibûn plankirin betal kirin. ber bi herêmê ve vegeriyan Stenbolê.

Hat diyarkırın ku seferên THYyê yên bi pîqema TK 872, Stenbol-Tehran, TK 892, Stenbol-Îsfahan, TK 884, Stenbol-Şîraz, TK 888, Stenbol-Meşhed jî rê guherandin û vegeriyan Stenbolê.

Her wiha seferên AJet û Pegasus Airlines ên Îran û Iraqê yên ku ji Balafirgeha Sabiha Gokçen a Stenbolê diçûn jî hatin betalkirin, balafirên ku ber bi van welatan ve diçûn ber bi Erzirom, Amed, Elezîz û balafirgehên derdorê ve hatin birin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.