NÛÇEYÊN KURDÎ

TFF JI SEROKÊ AMEDSPORÊ RE KU NIJADPERESTÎYÊ REXNE DIKIR CEZA DA

Federasyona Futbolê ya Tirkîyeyê (TFF) cezayê bêparkirina Serokê Amedsporê Cahît Akin, ê ku li ser nijadperestîyê rexne kirîbû birrî.

TFF JI SEROKÊ AMEDSPORÊ RE KU NIJADPERESTÎYÊ REXNE DIKIR CEZA DA

Federasyona Futbolê ya Tirkîyeyê (TFF) cezayê bêparkirina Serokê Amedsporê Cahît Akin, ê ku li ser nijadperestîyê rexne kirîbû birrî. Di teblîgatê ku hefteya borî bi îmzeya Alîkarê Serokê Lijneya Dîsîplînê ya Futbola Amator a TFFyê Cafer Geyîk ji Amedsporê re hat şandin de, ji Serokê Amedsporê parêzbendî hat xwestin. Gotinên Serok Akın ên; “Me bi hev re ew ji sînorê xwe derxistin, me deste xwe dan hev, min destê mamosteyê ku niha me bi nijadperestîyeke wiha sûcdar dike, hejand, min got serkeftin be ji we re. Niha diçin Stenbolê û feraseteke cuda diafirînin. Em lîstikvana xwe nadin tu kesî ku hestên yekî nijadperest, şoven, faşîst bihejîne.” hat bi bîr xistin û wî sewqî disîplînê kirîbûn. Lijneya Dîsîplînê ya Futbolê ya Amator a TFF'ê parastina Serokê Amedsporê Cahît Akîn nirxand û 10 roj ji mafan bêpar hiştin. Ji alîyê din ve hat ragihandin ku di maça Amedspor û Isparta32sporê de bi hinceta ku bûyerên meydanî û derenceyan vala nehiştine bi giştî 32 hezar TL cezayê pere hatiye birrîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.