NÛÇEYÊN KURDÎ

TAYDAK: PERGALA RANDEWÛYÊ YA TMO COTKARAN MEXDÛR DIKE

Alîkarê Serokê Giştî yê Yekîtîya Sazîyên Şêwirmendî û Berfirehkirina Çandinîyê ya Tirkîyeyê (TAYDAK) û Nûnerê Bajarê Amedê Îhsan Dargin, derbarê zêdekirina bihayan û tevgera hêdî ya pergala tayînkirinê ya Buroya Berhemên Tirkîyeyê (TMO) de daxuyanî da.

Dargin di daxuyanîya xwe de wiha got, “Em dikarin zerarên yekdestdarîyê di zem û zêdekirinên her hefte bi rêkûpêk tê kirin de bibînin.

Di pergala çewt a heyî de, helbet bazara Hilberînerîyê û Hinardekaran bandorek zêde jê dibîne.

Ji alîyê din ve tevgera hêdî ya pergala Randewûya TMOyê, hilberîner ji ber ku genimê wan bi mehan di destên wan de dimînin, zirarên aborî dibînin. Digel vê yekê jî demek dirêj li bendê dimînim da ku zadên xwe bifroşin TMOyê.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.