NÛÇEYÊN KURDÎ

TÎHV: BÛYERÊN ÎŞKENCEYÊ ZÊDE BÛN, DI 4 MEHAN DE 137 KESAN SERLÊDANA ÎŞKENCEYÊ KIRIN

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyeyê (TÎHV) ragihand ku gelek parêzvanên mafên mirovan, di çar mehên destpêkê yên sala 2022’an de hatine cezakirin.

Di daneyên ku TÎHV'ê rojên borî parve kiribû de hat destnîşankirin ku ji ber xebatên di warê mafên mirovan de herî kêm, yek ji wan mudaxaleya tacîza edlî, tacîza îdarî, gefxwarin û tolhildanê li hezar û 415 kesan hatîye kirin. Hat ragihandin ku 23 kes ji ber xebatên di warê mafên mirovan de di girtîgehê de ne. Nûnerê TÎHV'ê yê Amedê Mûrat Aba, zextên li dijî kesên di qada mafên mirovan de têdikoşin şermezar kir û dîyarkir ku li Tirkîyeyê gelek parêzvanên mafên mirovan, di girtîgehê de ne û gelek parêzvanên mafên mirovan jî bi gefa girtinê re rû bi rû ne. Aba wiha berdewam kir: “Di navbera 1’ê Çile û 31’ê Gulanê de, bi giştî 137 kesan serlêdana îşkenceyê kirine. Em ê wan di dîrokê de binivîsin da ku sûcdar bên cezakirin û nifşên siberojê jî neheqîya ku îro tê kirin bibînin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.