NÛÇEYÊN KURDÎ

TÊ ÎDÎAKIRIN POLÎSEK HEVJÎNA XWE KUŞTÎYE

Li Cizîrê hat îdîakirin ku polêsek hevjîna xwe kuştîye.

TÊ ÎDÎAKIRIN POLÎSEK HEVJÎNA XWE KUŞTÎYE

Li Cizîrê hat îdîakirin ku polêsek hevjîna xwe kuştîye.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat îdîakirin ku mamosteya Îngilîzî Berna Kargi Bûldûklû ji alîyê hevjînê xwe Sînan Bûldûklû ve hatîye kuştin. Hat dîyarkirin ku li ser dengê çekê yê ji mala wan hatîye, cîranên wan agahî daye ekîbên polêsan û li ser îxbarê, ekîbên polês û tendirustîyê hat cîhê bûyerê. Ekîbên tendirustîyê dîyar kirin ku Berna Kargi Bûldûklû jîyana xwe ji dest daye. Her wiha li gor agahîyên polêsan, Sînan Bûldûklê piştê hevjîna xwe, hewl daye xwe bikuje û wî bi awayekî birîndar rakirine nexweşxanê. Sînan Bûldûklû ku ji bo dermankirinê rakirine nexweşxanê digel hemû midaxeleyan jîyana xwe ji dest daye. Hat hînbûn ku derbarê mijarê de heta niha tu daxuyanîyek fermî nehatîye dayîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.