NÛÇEYÊN KURDÎ

TÊ ÎDÎAKIRIN KU QEYÛM MILKÊN ŞAREDARÎYÊ BI TEQSÎTAN FIROTÎYÊ

Hat îdîakirin ku Şaredarîya Yenîşehîrê ya Amedê ku ya di bin rêveberîya qeyûmê de ye, mal û milkên şaredarîyê bi teqsîtan firotîye.

TÊ ÎDÎAKIRIN KU QEYÛM MILKÊN ŞAREDARÎYÊ BI TEQSÎTAN FIROTÎYÊ

Hat îdîakirin ku Şaredarîya Yenîşehîrê ya Amedê ku ya di bin rêveberîya qeyûmê de ye, mal û milkên şaredarîyê bi teqsîtan firotîye.

Hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin, ji bo firotina milkên şaredarîyê bertek nîşan da û anî ziman ku milkên ku tên firotin, yan radestê sazîyên din tên kirin, yan jî bi îhaleyê tên firotin. Dîken, dîyarkir ku gelek milk ên wek qadên park, pîknîk û înşeatên ku aîdî Şaredarîya Yenîşehîrê ne, bi rêbaza "pêşnîyara girtî" hatin firotin û heqê wan jî bi teqsîtan hat dayîn. Dîken, di berdewama axaftina xwe de îdîa kir ku li şaredarîyê ji hewcedarîyê zêdetir siware hatin kirêkirin û xebatkar hatin tayînkirin. Dîken, destnîşan kir ku divê her kes li dijî van pêkanînan derkevin û wiha got; “Şaredarî cihê gel e. Mal û milkên şaredarîyê kes nikare bifiroşe kesekî din.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.