NÛÇEYÊN KURDÎ

SIWAREYEK Û PÎKAPEK LI HEV QELIBÎN! 2 BIRÎNDAR

Li Baglarê di qezaya ku siware û pîkapek li hev qelibîn de 2 kes bi giranî birîndar bûn.

SIWAREYEK Û PÎKAPEK LI HEV QELIBÎN! 2 BIRÎNDAR

Li Baglarê di qezaya ku siware û pîkapek li hev qelibîn de 2 kes bi giranî birîndar bûn.

Qeza îro li Kolana Evrîm Alataş a Taxa Bagcilara navçeya Baglar a Amedê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, pîkapa di rê de diçû ji bo ku li siwareya ku ji sîteyek derdiket neqelibe manevra kir û ji derket.

Piştê ku pîkap ji rê derket, li siwareya ku ji hêla din ve dihat qelibî. Li ser agahdarkirina welatîyên derdorê ekîbên tenduristî û polês sewqê cîhê qezayê hat kirin.

Di qezayê de 2 ajokarên navên wan nehat zanîn bi giranî birîndar bûn. Her du ajokarên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Polêsan derbarê qezayê de lêpirsîn da destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.