NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKÊ YSKÊ: ERDOGAN JI SEDÎ 49.40, KILIÇDAROGLÛ JI SEDÎ 44.96

Serokê YSKê Ahmet Yener îro danê sibehê di demjimêr 09:45an de daneyên herî dawî yên derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê de eşkere kir.

SEROKÊ YSKÊ: ERDOGAN JI SEDÎ 49.40, KILIÇDAROGLÛ JI SEDÎ 44.96

Serokê YSKê Ahmet Yener îro danê sibehê di demjimêr 09:45an de daneyên herî dawî yên derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê de eşkere kir.

Yener, ragihand ku %99ê sindoqên dengdanan hatine vekirin û tenê 27 sindoq mane ku nehatine hejmartin. Di berdewama daxuyanîya xwe de jî Yener wiha got, “Li giştîyê Tirkîyeyê hejmara sindoqan 192 hezar û 214 ye û ji wan 192 hezar û 187 hatine vekirin û ji wan 27 jî nehatine vekirin.

Li derveyê Tirkîyê jî 9 hezar û 594 sindoq hatibûn danîn û ji wan 8 hezar û 65 hatine vekirin. Daneyên sindoqên hatine vekirin li sîstemê hatine bar kirin. Hejmartina sindoqên din berdewam e. Li gor daneyên herî dawî rêjeya dengên Recep Tayip Erdogan ji sedî 49.40 û rêjeya dengên Kemal Kiliçdaroglu jî ji sedî 44.96 e. Rêjeya dengên berbijêrê Hevpeymanîya ATA Sinan Ogan %5.2 û rêjeya dengên Muharrem Înce jî %0.44 e.”  || AMED TV ||

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.