NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞENYAŞAR: DIVÊ LÊBORÎNÊ JI EDALETÊ BIXWAZIN Û DEST BI KAR BIKIN

Malbata Şenyaşar ku Nobeda Edaletê didomîne dîyar kir ku divê kabîneya nû lêborînê ji edaletê bixwaze û dest bi kar bike.

ŞENYAŞAR: DIVÊ LÊBORÎNÊ JI EDALETÊ BIXWAZIN Û DEST BI KAR BIKIN

Malbata Şenyaşar ku Nobeda Edaletê didomîne dîyar kir ku divê kabîneya nû lêborînê ji edaletê bixwaze û dest bi kar bike. 

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ku di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edlîyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja 810’emîn de berdewam dike. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û wiha got, “Divê ku kabîneya nû ji edaletê lêborîn bixwaze û dest bi kar bike. Bi hezaran mirov bi awayên bêsûc girtî ne. Dikarin van mirovan bidin berdan da ku rêya xwe xwe berdewam bikin. Ji bo ev dewlet bibe dewleta hiqûqê wê bibe gavek mezin. Di roja 810’emîn de #jiboedaletêtêkoşîn dewam dike. (#adaletiçin mücadeleye.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.