NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞEFÊ ÎNŞAATÊ KU JI BANA DIBISTANÊ KET, JÎYANA XWE JI DEST DA

Şefê înşaatê yê li Amedê ji banê dibistana ku tê çêkirin ket xarê û jîyana xwe ji dest da.

ŞEFÊ ÎNŞAATÊ KU JI BANA DIBISTANÊ KET, JÎYANA XWE JI DEST DA

Şefê înşaatê yê li Amedê ji banê dibistana ku tê çêkirin ket xarê û jîyana xwe ji dest da.

Bûyer danê sibê li Dibistana Seretayî ya Alî Pinar a li Taxa Korhat a navçeya Baglarê ye pêk hat. Burak Soydaş ê ku di dibistana 4 qatî ya ji bo temîrkirinê di înşaetê de ye wek şefê înşaatê dixebitî, li gor îdîayan dema ji bo kontrolê çûye ser banê hevsengîya xwe winda kirîye û xwe ketîye erdê.

Soydaş ê ku ji alîyê ekîbên tenduristîyê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî, jîyana xwe ji dest da. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.