GÜNDEM

ŞAXA SES’Ê YA AMEDÊ: MÊTİNGERÎ Û CUDAKARİYEKE CİDÎ TÊ KİRİN

Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Şaxa Amedê, li ber avahîya Midûrîyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya bajêr, derbarê zext, mêtingerî û sirgûnan de daxuyanî da çapemenîyê.

Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Yildiz Ok Orak, di daxuyanîya çapemenîyê de axivî û dîyar kir ku Midûrîyeta Xizmetên Civakî ya Amedê li şûna sazîyeke dewletê, veguherîye karsazîya malbatî û ji xizmên rêveberan re kar û dibîne û xizmeta wan dike û wiha got; “Weke rêveberîya kargehê divê hemû xebatkar bêalî bin, lê berovajî vê, bi taybetî li hemberî endamên sendîkayên me mêtingerî û cudakarîyeke cidî tê kirin. Tevî ku me gelek caran ji bo çareserîya pirsgirêkan bang li wezaret û rayedarên walîtîyê kirîye jî, di vê warê de ti gav nehatine avêtin." Orak di axaftina xwe de bang li rayedaran kir û her wiha destnîşan kirin ku wê pêvajoyê bişopînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.