NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞAXÊN KESKÊ YÊN AMEDÊ: DIVÊ KOMÎSYONA OHALÊ BÊ RAKIRIN

Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yên Amedê, ji bo maddeya demkî ya 35’emîn a ku li Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ya bi hejmara 375’an hatiye lê zêdekirin, jê were derxistin û betal kirin daxuyanîyek da.

ŞAXÊN KESKÊ YÊN AMEDÊ: DIVÊ KOMÎSYONA OHALÊ BÊ RAKIRIN

Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yên Amedê, ji bo maddeya demkî ya 35’emîn a ku li Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ya bi hejmara 375’an hatiye lê zêdekirin, jê were derxistin û betal kirin daxuyanîyek da. Serokê Sendîkaya Karkerên Veguhastinê yên Yekbûyî (BTS) yê Şaxa Amedê Suleyman Bozkurt, diyar kir ku hikûmet roj bi roj zextên xwe yên li dijî kedkar, sendîka û odeyên pîşeyî zêde dike û wiha got: “Hikûmet ji bo ku KESK'ê ya ku mafên aborî û demokratîk ên kedkarên cemaweriyê yên li welat diparêze û têkoşîna kedê dide, bêdeng û bê tesîr bike, her cure bêhiqûqiyê pêk tîne.” Bozkurt, careke din daxwaza betalkirina xala 35emîn kir û da zanîn ku "Divê Komîsyona Rewşa Awarte bê rakirin". Bozkurt girtina Seroka Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci jî şermezar kir û xwest ku demildest serbest bê berdan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.