GÜNDEM

ŞAREDARÎYA HEZROYÊ WÊNEYÊN XEBATA 2 SAL BERÊ WEK NÛ PARVEKIR

Parvekirina Şaredarîya Navçeya Hezroyê ya Amedê ya ku duh li ser hesabên medyayê civakî hatin belavkirin, her kesî heyirand.

ŞAREDARÎYA HEZROYÊ WÊNEYÊN XEBATA 2 SAL BERÊ WEK NÛ PARVEKIR

Parvekirina Şaredarîya Navçeya Hezroyê ya Amedê ya ku duh li ser hesabên medyayê civakî hatin belavkirin, her kesî heyirand.

Şaredarîya Hezroyê ku ji alîyê qeyûmê ve tê birêvebirin li ser hesaba fermî ya Twîtterê de xebatên kolan û taxan ên ekîbên paqijîyê hat weşandin. Di parvekirinê de Şaredarîya Mezin a Amed û Cîgirê Serokê Şaredarîyê Salîh Sak hat etîketkirin û li ser parvekirinê wiha hat nivîsandin: “Ekîbên me ji bo jîngeheka paqij dixebitin.

Ekîbên me yên paqijîyê paqijîya giştî û şûştinê kirin.” Piştê parvekirinê hat tespîtkirin ku wêneyên ku ji bo vê parvekirinê hatibû weşandin wêneyên 2 sal berê yên şaredarîyê ne. Welatî bertek nîşanê vê yekê da û piştê bertekan Şaredarîya Hezroyê parvekirinê ji ser hesaba xwe ya medyaya civakî jêbir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.