NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞÊNÎYÊN TAXA KITILBILÊ JI BER GUHERÎNA NAVÊ TAXÊ BERTEK NÎŞAN DAN

Bertekên şênîyên Taxa Kitilbilê ya Amedê ya ji bo guhertina navê taxê didome.

ŞÊNÎYÊN TAXA KITILBILÊ JI BER GUHERÎNA NAVÊ TAXÊ BERTEK NÎŞAN DAN

Bertekên şênîyên Taxa Kitilbilê ya Amedê ya ji bo guhertina navê taxê didome. Navê Taxa Kitilbilê ya navçeya Sûrê ya Amedê, wek "Fetîh" hatîbû guherandin. Şênîyên taxê bertek nîşanê vê biryarê dan û wiha gotin; “Ev 400 sal in navê vî taxê bi vî awayî hatîye binavkirin. Ev der xwedî dîrokek e. Divê hurmeta kesên li vir dijîn bigrin. Li ser tiştekî din vî navî diguherînin, lê em ê navê taxê xwe naguherînin. Ger hewce bike em ê bibin dadgehê jî. Çi ji destê me bê em ê bikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.