NÛÇEYÊN KURDÎ

RTUK’Ê CEZA LI AMED RADYO TV’YÊ BIRRÎ

Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK), li AMED Radyo TV’yê ya ku li Amedê weşana herêmî diweşîne, 12804 lîre ceza birrî. Di derbarê mijarê de Serokê Lijneya Rêvebir û Gerînendeyê Weşana Giştî ya AMED Radyo TVyê Ferat Mehmetoglu daxuyanî da û wiha got; "Bi îdîaya ku me di Gulana 2021'an de beyannameya RTUK'ê neşandîye, 12804 lîre ceza li me birrîn.

RTUK’Ê CEZA LI AMED RADYO TV’YÊ BIRRÎ

Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK), li AMED Radyo TV’yê ya ku li Amedê weşana herêmî diweşîne, 12804 lîre ceza birrî. Di derbarê mijarê de Serokê Lijneya Rêvebir û Gerînendeyê Weşana Giştî ya AMED Radyo TVyê Ferat Mehmetoglu daxuyanî da û wiha got; "Bi îdîaya ku me di Gulana 2021'an de beyannameya RTUK'ê neşandîye, 12804 lîre ceza li me birrîn. Lê belê ji alîyê RTUK'ê ve gelek caran di wê dîrokê de û piştê wê jî gelek caran ev beyanname hat xwestin û me bi rêya KEP'ê ku hesabê rêya fermî ya ragihandinê ye, her carê ji RTUK'ê re şand. Di pêvajoya pandemîyê de, ev cezayê ku RTUK'ê dide weşangerên herêmî yên ku hewl didin bijîn û dewlet piştgirî nade wan, encama polîtîkaya hişmendî û tirsandinê ye. Me gelek caran vê beyannameyê şandîye, ev jî di belgeyên fermî de heye, lê ceza li me hat birrîn, me jî bi fermî daxwaznameya xwe ya îtîrazê pêşkêş kirîye. Hêvîdar im ku ew vê xeletîyê zanibin û ev ceza bê betalkirin, eger nebe wê ev bibe nîşana ku RTUK jî derbeyek li dijî medyaya herêmî dike. Em sazîyeke serbixwe ne û bi tenê ji bo raya giştî weşanê dikin. Li pişt me ne hêzên siyasî û ne jî derîyên rantê hene. Loma jî ev cezayê ku hat dayîn zirarê dide me û daxwaza me ya xebatê."

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.