NÛÇEYÊN KURDÎ

ROJNAMEVANÊN AMEDÊ: EM BÊDENGKIRINÊ QEBÛL NAKIN

Cemîyeta Rojnamevanên Dîcle Firat (DFG): "Em girtina rojnamevanan, zext, sansur û bêdengkirina sazîyên çapemenîyê red dikin.”

ROJNAMEVANÊN AMEDÊ: EM BÊDENGKIRINÊ QEBÛL NAKIN

Cemîyeta Rojnamevanên Dîcle Firat (DFG) derbarê 40 rojnamevanên ku Hevseroka DFG Dîcle Mûftûoglû jî di nav de li Amedê girtî tên darizandin de li ber Edlîyeya Amedê daxuyanî da çapemenîyê.

 

Gelek rojnamevan û parlementer beşdarê daxuyanîya çapemenîyê bûn. Di daxuyanîyê de hate dîyarkirin ku zextên li ser rojnamevanên Kurd her ku diçe zêde dibin û di dema xebatê de pirsgirêk derdixên holê.

 

Di daxuyanîyê de Sekretera DFG Gulşen Koçuk axivî û got; “Hevalên me yên rojnamevan ku nûçe û xebatên wan ên rojnamevanîyê weke sûc tên hesibandin, rojnamevanên ku ji alîyê raya giştî ve baş tên naskirin û nûçeyên ku di nava raya giştî de deng vedane nivîsandine. Jixwe em wisa difikirin ku hevalên me ji ber vê sedemê tên cezakirin. Weke rojnamevanên ku mafê raya giştî ya wergirtina nûçeyan diparêzin, em vê meyla xerab qebûl nakin. Em girtina rojnamevanan, zext, sansur û bêdengkirina sazîyên çapemenîyê red dikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.