NÛÇEYÊN KURDÎ

RAPORA GULANÊ YA DÎSK-AR: RÊJEYA BÊKARÎYÊN JINAN JI SEDÎ 30 YE

Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR) "Rapora Perspektîfa Bêkarî û Kar" a meha Gulanê eşkere kir.

RAPORA GULANÊ YA DÎSK-AR: RÊJEYA BÊKARÎYÊN JINAN JI SEDÎ 30 YE

Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR) "Rapora Perspektîfa Bêkarî û Kar" a meha Gulanê eşkere kir. Li gor rapora DÎSK-AR; Li ÎŞKUR’ê hejmara bêkarên qeydkirî, îsal ji sedî 36,5 zêde bû. Hejmara bêkarên TUÎK’ê jî ji sedî 8,4 kêm bûye. Di raporê de, bêkarîya jinan di rêjeya bêkariyê de, ji alîyê zayendê ve di kategorîya herî bilind de ye. Di raporê de ev agahî hatin parvekirin: “Di navbera daneyên TÛÎK û ÎŞKURê de 1,3 mîlyon ferqa bêkaran heye! Bi giştî hejmara bêkaran 8 milyon û 356 hezar e. Bêkarîya jinan ji sedî 30 ye. Di dema Şewba Kovîd-19’ê de rêjeya îstîhdamê kêm bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.