NÛÇEYÊN KURDÎ

RAPORA GIRÎNG YA LI SER KUŞTINA TAHIR ELÇÎ PIŞTÊ 7 SALAN KET LI DOSYEYA DOZÊ

Lêpirsîna îdarî ku di derbarê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de bû, piştê 7 salan raporek li dosyeya dozê hat zêdekirin.

RAPORA GIRÎNG YA LI SER KUŞTINA TAHIR ELÇÎ PIŞTÊ 7 SALAN KET LI DOSYEYA DOZÊ

Lêpirsîna îdarî ku di derbarê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de bû, piştê 7 salan raporek li dosyeya dozê hat zêdekirin. Derket holê ku rapora ku parêzeran di pêvajoya lêpirsîn û darizandinê de her tim xwestîye li dosyayê bê zêdekirin, di 23'yê Hezîrana 2017'an de temam bûye. Di destpêka rapora 56 rûpelî ya ku ji alîyê du memûr û midûrê polîsan ve hatibû amadekirin de, di beşa "Mijarên Ji Derve De" de agahîyeke balkêş hebû. Di vê beşa raporê de polîsê bi navê FT, ji aliyê hevalên xwe ve ber bi paş ve hatîye vegerandin lê ne ber bi kesên revîyan ve. Ev rewş wekî balkêş hate destnîşan kirin. Mufetîşan dîyarkirin ku, wan di 22'ê Kanûna 2015'an û 5'ê Nîsana 2017'an de bi nivîseke fermî ji Serdozgerîya Komarê ya Amedê re ragihandine ku eger analîzeke ê saxlem bê kirin wê bûyer bê çareserkirin. Mufetîşan dîyar kirin ku heta roja nivîsandina raporê, gelek caran bi telefonê li dozgerîyê gerîyane jî lê bersiva wan nehatîye dayîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.