NÛÇEYÊN KURDÎ

RAPORA DFG A MEHA ÇILE: ZEXTÊ LI SER ROJNAMEVANAN DIDOME

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) di rapora xwe ya meha Çile de dîyar kir ku zextên li ser rojnamevanan dewam dikin û 53 rojnamevan girtî ne.

Di raporê de ku binpêkirinên di meha Çileyê de pêk hatin de wiha hat gotin, "Êrîş li 2 rojnamevanan hat kirin, 2 rojnamevan hatin binçavkirin, 2 rojnamevan hatin girtin, 1 rojnamevan rastê miameleya xerab hat, 4 rojnamevan rastê gefan hatin, 2 rojnamevan di dema şopandina nûçeyê de hatin astengkirin, 1 rojnamevan li girtîgehê rastê binpêkirinên mafan hat." Di beşa "Binpêkirina azadîya fikir û ramanê" ya raporê de jî wiha hat gotin, "derbarê 5 rojnamevanan de lêpirsîn hat vekirin, 7 sal û 9 meh ceza li 6 rojnamevanan hat birrîn. Hejmara rojnamevanên girtî daket 53yan. 11 biryarên qedexeya weşanê hatin girtin, 2 malper hatin girtin û gîhandina 141 nûçeyan hat astengkirin. 238 naveroka medyaya civakî hatin astengkirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.