NÛÇEYÊN KURDÎ

RÊZIKNAMEYA FIROTINA SIWARE Û AVAHÎYAN DI ROJNAMEYA FERMÎ DE HAT WEŞANDIN

Rêziknameya nû ya di derbarê firotina siwareyên desta duyemîn û firotina avahîyan de, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

RÊZIKNAMEYA FIROTINA SIWARE Û AVAHÎYAN DI ROJNAMEYA FERMÎ DE HAT WEŞANDIN

Rêziknameya nû ya di derbarê firotina siwareyên desta duyemîn û firotina avahîyan de, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Li gor biryarên ku di Rojnameya Fermî de hatine weşandin, wê rê li ber reklam û îlanên bi hesabên sexte bê girtin. Ji bo firotina siware û xanî û hemû avahî, wê kesek bikaribe tenê li ser navê hevjînê xwe û xizmên nêzîk destûrnameya firotinê bistîne û îlan û reklamê belav bike.

Malperên ku îlan û reklamên firotinê diweşînin wê li gor vê qaîdeyê tevbigerin. Ji bo her reklama ku vê rêgezê binpê dike, wê di navbera 10 hezar û 100 hezar lîre de ceza were birrîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.