NÛÇEYÊN KURDÎ

RÊYA DIBISTANÊ BI HERÎYE Û XWENDEKAR MEXDÛR DIBIN

Li Ûçkuyu ya Navçeya Yenîşehîrê rêya ku xwendekar ji bo biçin dibistanê bi kar tînin, piştê baranê vediguhere gola herîyê.

RÊYA DIBISTANÊ BI HERÎYE Û XWENDEKAR MEXDÛR DIBIN

Rêya ku xwendekar diçin Dibistana Seretayî ya Hamravat, Dibistana Navîn a Hamravat, Lîseya Orhan Asena,

Lîseya Anadolu ya Ûç Kuyular û Zarokxaneya nava Kursa Quranê ya li Kuçeya 19emîn a Kume Evler a Ûç Kuyular a navçeya Yenîşehîra Amedê, piştê baranê vediguhere gola herîyê.

Li gor nûçeya Rojnameya Mucadele, hat gotin ku xwendekar dema diçûn dibistanê ji ber ku lingên wan herî dibe ji alîyê mamosteyên xwe ve tên şermezarkirin.

Xwendekar û dêûbav dîyar kirin ku ew ji vê rewşê gazinan dikin û li hemû cîhên pêwîst bang kirine lê ti çareserî nehatîye çêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.