AMED

RÊXISTINÊN KEDÊ JI BO 1’Ê GULANÊ ROJA KEDÊ AMADEKARIYE DIKIN

Rêxistinên kedê bi şîara “Ji nan û aştiyê re azadî” amadekariyên 1’ê Gulanê Roja Karkeran dikin.

RÊXISTINÊN KEDÊ JI BO 1’Ê GULANÊ ROJA KEDÊ AMADEKARIYE DIKIN

Rêxistinên kedê bi şîara “Ji nan û aştiyê re azadî” amadekariyên 1’ê Gulanê Roja Karkeran dikin.

 Li herêmê wê li Êlih û Wanê pîrozbahiyên herêmê bên lidarxistin. Navnîşana din a pîrozbahiyan dê Dêrsim be. Nûnerên sendîkayan ên Amedê bang li hemû karker û kedkaran kirin ku biçin qadên 1’ê Gulanê.

Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Şaredarî û Rêveberiyên Herêmî (TUM-BEL SEN) Şaxa Amedê Çagla Sanay, bedelên ku berê ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê didin karkeran bi bîr xist.

 Sanay da zanîn ku ji bo parastina destkeftiyên xwe careke din dakevin qadan û daxwazên xwe biqîrin.

Sanay bal kişand ku coşa ku piştî hilbijartinê derket holê dê li qadên 1'ê Gulanê derkeve holê û got, "Ez bang li hemû hevalên me dikim ku di 1'ê Gulanê de li qadan bin."


 

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.