NÛÇEYÊN KURDÎ

QEYDÊN DIBISTANÊN SPORA HAVÎNÊ YÊN BÊPERE DEST PÊ KIR

Ji bo Dibistanên Spora Havînê yên Bêpere ên ku ji alîyê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo zarokên 8-14 salî bi 21 şaxan hatine vekirin, qeyda wan dest pê kir.

Daîreya Xizmetên Ciwanan û Werzîşê, ji bo pêşketina laşî û civakî ya zarokan û ew karibin mehên havînê bi kêfxweşî derbas bikin, dibistanên werzîşê yên havînê yên bêpere vekirin. Di dibistanên havînê de, wê di gelek şaxên wek atletîzm, basketbol û avjenîyê de perwerde bên dayîn. Hat dîyarkirin kesên ku dixwazin beşdarê perwerdeyê bibin, dikarin ji malpera Şaredarîyê an jî ji Midûrîyeta Şaxa Werzîşê ya li Kompleksa Sporê ya Talaytepe qeyda xwe bikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.