NÛÇEYÊN KURDÎ

QEYÛMA ŞAREDARÎYA YENÎŞEHÎRÊ TAXA DOKÛZÇELTÎK FIROT!

Şaredarîya Navçeya Yenîşehîrê ya ku di bin rêveberîya qeyûm de ye, digel hemû bertek û nerazîbûnan jî, taxa ??Dokuzçeltikê firot. Îhaleya qadeke 49 hezar û 878 çarmetir ya ku bi sedan xanî û kargeh lê hene, di sala 2022an de ji ber berteka xwedîyê milk û rêxistinên sivîl hatibû betalkirin.

QEYÛMA ŞAREDARÎYA YENÎŞEHÎRÊ TAXA DOKÛZÇELTÎK FIROT!

Şaredarîya Navçeya Yenîşehîrê ya ku di bin rêveberîya qeyûm de ye, digel hemû bertek û nerazîbûnan jî, taxa ​​Dokuzçeltikê firot. Îhaleya qadeke 49 hezar û 878 çarmetir ya ku bi sedan xanî û kargeh lê hene, di sala 2022an de ji ber berteka xwedîyê milk û rêxistinên sivîl hatibû betalkirin.

Digel ku Yekîtîya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) Lijneya Koordînasyona Bajarê Amedê (ÎKK) îhale anî edlîyeyê û pêvajo berdewam dike, Şaredarîyê do cara sêyemîn îhale werast kir.

4 parselên ku bi 90 milyon û 613 hezar û 174 lîre hatibû dîyarkirin, di teklîfa ewil de hat firotin. Yekîtîya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB)'ê di daxuyanîya xwe ya do dabû de dîyar kiribû ku nirxê 4 parselan niha bi qasî 350 milyon lîre ye û ragihandibû ku di firotinê de neheqîyên eşkere hene û ew ê tedbîrên hiqûqî bigirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.