NÛÇEYÊN KURDÎ

QEHWEXANEYA QAÇAX TEVÊ BIRYARA HILWEŞANDINÊ NEHAT HILWEŞANDIN

Hat dîyarkirin ku qehwexaneya ku dihat gotin li Bajaroka Kabê bi qaçaxî hatîye çêkirin jî tevî biryara hilweşandinê hê nehat hilweşandin.

QEHWEXANEYA QAÇAX TEVÊ BIRYARA HILWEŞANDINÊ NEHAT HILWEŞANDIN

Hat dîyarkirin ku qehwexaneya ku dihat gotin li Bajaroka Kabê bi qaçaxî hatîye çêkirin jî tevî biryara hilweşandinê hê nehat hilweşandin.

Li gor îdîayan li Bajaroka Kabê a Navçeya Sûrê ya Amedê li ser erdê şaredarîyê qehwexaneyek bi qaçaxî hatîye çêkirin.

Piştê serlêdanên şênîyên taxê yên li CÎMER û şaredarîyê, ji bo qehwexaneyê biryara hilweşandinê hat dayîn. Lê belê bi mehan e li bendê ne ku Şaredarîya Sûrê biryarê bi cîh bîne. Şênîyên taxê dîyar kirin ku hilweşandin her çend bi biryar be jî nehatîye kirin û wiha gotin, “Dema me serlêdan kir, ji me re gotin ku wê hilweşandin piştê hilbijartinê bê kirin.

Lêbelê, hilweşandin nehat kirin. Ev qehwexane li ser erda şaredarîyê hatîye çêkirin, em dixwazin bê hilweşandin.” Ji alîyê din ve hat dîyarkirin ku kevirên qad û peyarê ku ji alîyê şaredarîyê ve hat çêkirin, ji bo xeta ava qehwexaneyê hatîye şikandin û peyarêya li ber qehwexaneyê nayê bikaranîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.