NÛÇEYÊN KURDÎ

QAHÎRE: DERÎYÊ SÎNOR Ê REFAH VEKIRÎ YE, ÎSRAÎL ALÎKARÎYÊ ASTENG DIKE

Misir ragihand ku Derîyê Sînor ê Refahê yê ji bo Gazeyê nehatîye girtin, lê Îsraîl derbasbûna alîkarîyan asteng dike.

QAHÎRE: DERÎYÊ SÎNOR Ê REFAH VEKIRÎ YE, ÎSRAÎL ALÎKARÎYÊ ASTENG DIKE

Misir ragihand ku Derîyê Sînor ê Refahê yê ji bo Gazeyê nehatîye girtin, lê Îsraîl derbasbûna alîkarîyan asteng dike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Misirê Ehmed Ebû Zeyd di daxuyanîya xwe ya çapemenîyê de dîyar kir ku feraseta ku Derîyê Sînor ê Refah girtî ye ne rast e û got, "Îsraîle ku bi şert û mercên qedexe rê li ber derbasbûna alîkarîyê ya ji bo Gazeyê digire.

" Ebû Zeyd got ku ew kesên ku îdîayên berevajî dikin şermezar dikin û wiha anî ziman, "Yên ku îdîa dikin ku sînor girtî ye bila li daxuyanîyên rayedarên Neteweyên Yekbûyî yên ku serdana herêmê kirine binêrin."

Ebû Zeyd bi bîr xist ku ew ji daxuyanîyên rayedarên navneteweyî têdigihin ku alîyê Misrê erkên xwe bi cîh anîye ku alîkarîyên mirovî bi awayekî domdar derbasê hêla Gezeyê bibin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.