NÛÇEYÊN KURDÎ

POLÊS XWE GUHERT, DIZ LI SER SÛC ZEVT KIR!

Gumanbarê ku li Amedê bi hinceta alîkarîya kal û pîran dikir û ji hesabê wan ê bankayê pere dizîbû hat girtin

POLÊS XWE GUHERT, DIZ LI SER SÛC ZEVT KIR!

Gumanbarê ku li Amedê bi hinceta alîkarîya kal û pîran dikir û ji hesabê wan ê bankayê pere dizîbû hat girtin. Midûrîyeta Ewlehîya Amedê, derbarê gumanbarê ku bi hinceta alîkarîyê extyarên ku li ber bankamatîkan dikir û pereyê wan jê didizî, xebat da dest pê kirin. Di encama xebatan de hat tespîtkirin ku Veysel A.

li ber bankamatîkan radiweste û bi hinceta alîkarîyê qertên bankayê yên extyaran jê didize û ji hesabê wan pere dikşîn e. Li ser vê yekê polês cil û bergê xwe guhert û wek hemwelatîyekî ji rêzê, kete dora bankayê û Veysel A.

di heyama ku extyar dixapandin de li ser sûc zevt kir. Hat dîyarkirin ku gumanbar ji hesabê 13 kesan bi tevahî 314 hezar lîre pere dizîye. Veysel A. bi sûcê “Xapandinê” sewqê dadgehê hat kirin û ji alîyê dadgeha nobetdar ve hat girtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.