AMED

PLATFORMA CİWANÊN SERBİXWE BANGA ZİMANÊ KURDÎ KİRİN

Endamên Platforma Ciwanên Serbixwe li Amedê çalakiyek li dar xistin û banga zimanê kurdî kirin, Endamên PCS'ê li kolan û kuçeyên sereke yên Amedê hatin cem hev û bi hoparloran bang li welatiyan kirin û xwestin bi Kurdî bê axaftin.

Endamên platformê beriya niha "protêstoya sond" li dar xistibûn û diyar kiribûn ku ew ê di jiyana xwe ya rojane de bi temamî Kurdî biaxifin.

Platform Di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Armanca me ya sereke parastina gelê xwe û zimanê xwe ye. Em bang li gelê xwe dikin; Werin em zimanê xwe bi kar bînin. “Em ne mecbûr ninin  ku bi zimanê kesî biaxivin.

Platformê di banga xwe ya ji bo axaftina bi Kurdî de got, “Li malên xwe, li bazarê û li her qadên jiyanê bi Kurdî biaxivin û li dijî asîmîlasyonê Kurdî biparêzin.

HABER MERKEZİ

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.